Cezayeke din li Selahattîn Demîrtaş hat birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi îdiaya "sivikatî li serokkomar kiriye", dadgeheke Tirkiyeyê salek û 5 meh û 15 roj cezayê zîndanê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş birî.
14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê îro 6ê Çileyê biryara xwe ya derbarê doza Selahattîn Demîrtaş de eşkere kir. Dadgehê ji ber axaftinên wî yên salên 2015 û 2016an ên li bajarên Mêrsîn û Amedê, ceza li Demîrtaş birî.
Selahattîn Demîrtaş, ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, xwast ku bi xwe beşdarî rûniştina dadgehê bibe. Lê belê dadgehê bi hinceta "ewlehiyê" daxwaza wî red kir û tenê parêzerên wî di rûniştinê de amade bûn.
Daxwaza parêzeran hat redkirin
Di rûniştinê de parêzerên Demîrtaş ji bo ku bersiva daxwaza dozger bidin û parastina xwe amade bikin, dem xwestin. Lê dadger ev daxwaz qebûl nekir û got ku berê wext hatibû dayîn. Li ser vê yekê parêzeran diyar kir ku mafê "darizandina adilane" hatiye binpêkirin û daxwaza guhertina dadger kirin, lê ev daxwaza wan jî nehat pejirandin
9 sal in di girtîgehê de ye
Selahattîn Demîrtaş ji meha Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê tê ragirtin û heta niha bi dehan dozên cuda li dijî wî hatine vekirin. Di giringtirîn geşedana hiqûqî de, di meha Gulana 2024an de di "Doza Kobanê" de 42 sal cezayê zindanê li Demîrtaş hatibû birîn.
Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek caran biryara azadkirina wî ya lezgîn daye û dozên li dijî wî wekî "siyasî" pênase kirine, lê dewleta Tirkiyeyê heta niha li gorî van biryaran tevnegeriya ye.
Gumanên li ser 'Pêvajoya Aşitiyê'
Ev cezayê nû di demekê de tê ku li Tirkiyeyê nîqaşên li ser destpêkirina "Pêvajoyeke nû ya aşitiyê" careke din germ bûne. Çavdêrên siyasî balê dikişînin ku berdewamiya cezakirina siyasetmedarên Kurd, gumanan li ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên derbarê aşitî û demokrasiyê de hên hên zêdetir dike.