Li Helebê êrişî taxa Şêx Meqsûd hat kirin: Qurbanî hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a (Asayiş) Helebê ragihand, komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di nava 24 saetan de 4 caran êrişî taxa Şêx Meqsûd kirine. Di encama êrişan de, sivîlek hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Helebê îro 6ê Çileyê derbarê êrişên dawî yên li ser taxên Kurdnişîn daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, çekdarên ser bi Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ve, bi awayekî sîstematîk taxên sivîlan armanc girtine.
Asayîşê aşkere kir, ji duh ve de 4 pêlên êrişan pêk hatine. Di van êrişan de, welatiyekî sivîl canê xwe jidest daye û du kesên din ên taxê jî birîndar bûne. Herwiha hate ragihandin ku ji ber topbaranê, ziyanên mezin ên madî gihîştine xanî û milkên welatiyan.
Asayîş: Me 2 xalên çekdaran rûxandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir, ew li hemberî van êrişan bêdeng nemane û di çarçoveya "parastina rewa" de bersiveke xurt dane. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Me di cih de bersiv da jêderên êrişê û tîmên me karîbûn 2 nuqteyên leşkerî yên komên çekdar bikin armanc û wan jinav bibin."
Binpêkirina agirbestê
Di dawiya daxuyaniyê de, Asayîşê ev êriş wekî binpêkirineke giran a agirbestê pênase kirin. Herwiha bang li hemû aliyan kir ku rêzê li mafên sivîlan bigirin û cihên niştecihbûnê nekin qada şer. Asayîşê tekez kir ku ew ê ji bo parastina jiyana sivîlan û aramiya taxê her dem di amadebaşiyê de bin.
Ev êrîş di demekê de ye, rewşa her du taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) ji ber dorpêçê ber bi krîzeke mirovî ve diçe. Tevî ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de agirbest hatibû ragihandin jî, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz dorpêça li ser taxan tundtir kirine û rêyên sereke bi satirên axî girtine, ku ev yek çûnhatina welatiyan asteng dike.