New York Times: Yekem mûşek ji welatên Kendavî ber bi Îranê ve hat avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî çend vîdyoyan, ji bo cara yekê ji Behreynê bi mûşekeke balîstîk êrîşî Îranê hat kirin.
Li gorî çend vîdyoyan, îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) mûşekeke balîstîk a çêkiriya Amerîkayê ji Behreynê ber bi Îranê ve hat avêtin. Rojnameya ‘New York Times’ê jî ragihand: Ev êrîşa yekê ye ku ji welatên Kendavî li ser Îranê tê kirin.
Heta niha jî ne diyar e ka ew êrîşa bi mûşekan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve an jî ji aliyê artêşa Behreynê ve hatiye kirin.
Ji destpêka şer heta niha, Îranê bi hezaran dron û mûşek avêtine welatên Kendavî û gelek zirarên canî û madî gihandine wan welatan.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Footage confirms a U.S. M142 High Mobility Artillery Rocket System (HIMARS) launching a Precision Strike Missile (PrSM) toward Iran from Bahrain. pic.twitter.com/aQBubFQEYS
— Egypt's Intel Observer (@EGYOSINT) March 7, 2026