Festîvala Yekê ya Fîlmên Mobîlan a Kerkûkê tê lidarxistin

Festîvala Yekê ya Fîlmên Mobîlan a Kerkûkê
Festîvala Yekê ya Fîlmên Mobîlan a Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî birêveçûna komxebateka yekmehî ji bo çêkerên fîlman li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Festîvala Yekê ya Fîlmên Mobîlan ji bo çend fîlmên hilbijartî yên ku bi mobîlan hatine çêkirin tê lidarxistin.

Serpereştê wê festîvalê Nejad Necim îro (Sêşem, 06.01.2026) di derheqa wê festîvalê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Pişka Çalakiyan a Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê komxebatek ji bo çêkerê fîlman Serkewt Tariq li dar xit, ku ji derveyê Kurdistanê vegeriyaye welat da ku komxebatekê ji bo 21 xwendekaran li dar bixe.”

Sê ji xwendekaran bi rêya serxet (online) ji Îranê û bajarên din ên Kurdistanê tevlî wê komxebatê bûne. 17 xwendekaran di dema mehekê de bi rengekê rasterast zêdetirî 35 fîlman rojane çê kirine. Ji wan 35 fîlman, 25 fîlm hatine cudakirin. Ji wan fîlman jî, pareka din dê bê derxistin û fîlmên herî baş dê ji bo wê festîvalê bên hilbijartin.

Nejad Necim herwesa got: "Em dê di wê festîvalê de mafûra sor ji bo xwendekaran raxin, em dê ahengekê jê re çê bikin em dê piştgiriyê bidin wan da ku di paşerojê de li ser çêkirina fîlmên mobîlan berdewam bin, ji ber ku ew fîlm bi mobîlan hatine girtin û hemî lîstikvanî jî her ji hêla wan bi xwe ve bûye."

Navbirî amaje jî da: “Di wê festîvalê bi dirûşma "Werin em Kerkûkê bikin bajarê herî xweşik" kar li ser şûnwar û jîngehê tê kirin. Em jî wekî hunermend piştgiriyê didin paqijiya Kerkûkê da ku bajar xweşiktir bikin. Çêkerên fîlman jî gelek bi girîngî temaşayî vê festîvalê dikin û ez hêvîdar im feydeyekê baş hebe.”

Biryar e ku Festîvala Yekê ya Fîlmên Mobîlan li Kerkûkê li roja Duşemê (19.01.2026) li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê bê lidarxistin.