Çavkaniyek bo K24ê: PDK û YNK dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê li roja Pêncşema bê bicivin û, ji bilî mijara Serokkomarê Iraqê, dê pirsa avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê jî nîqaş bikin.

Çavkaniyekê ji şanda danûstandinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro (Sêşem, 06.01.2026) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand: “Biryar e ku di civîna roja Pêncşema bê de, her du şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bilî mijara posta Serokkomarê Iraqê ku divê di dema xwe ya qanûnî ya diyarkirî de bê destnîşankirin, herwesa pirsa avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê jî dê bên nîqaşkirin.”

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku tê de PDKê li ser asta Iraqê zêdetirî yek milyon dengan bi dest xistin, ev civîn dê civîna yekê ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de be, da ku Kurd li Bexdayê yekhelwest û yekdeng bin, herwesa kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bikeve ber xizmeta welatiyên Kurdistanê.

Civînên van her du aliyan zêde bûne, ew wesa difikirin ku pêdivîtiya rewşa niha ya Iraq û deverê bi yekhelwestî û yekdengiya tevaya gelê Kurdistanê û tevaya hêz û aliyên siyasî ye.