Îsraîl û Sûriyeyê li ser çêkirina odeyeka hevahengiyê li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîl û Sûriyeyê îro (Sêşem, 06.01.2026) bi çavdêriya rasterast a Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser damezrandina odeyeka têkiliyên hevpar li hev kir.

Armanca sereke ya mekanîzma nû hevahengîkirina di warê lihevguhertina zanyarên hewalgirî û kêmkirina aloziyên leşkerî yên di navbera her du welatan de ye, ku wekî werçerxeka nû di têkiliyên deverê de tê dîtin.

Li gorî beyannameyeka Wezareta Dervey a Amerîkayê, ev peyman piştî civîna berpirsên payebilind ên her du welatan li Parîsê hat.

Erkê Odeya Hevpar dê hêsankirina ji bo têkiliyên berdewam, pêşxistina hevahengiya dîplomatîk û vedîtina derfetên bazirganiyê be, herwesa dê bibe platformek ji bo çareserkirina bilez a nakokiyan û dê rêyê li çêbûna her fêmkirineka şaş li ser sînoran bibigre.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez kir ku, hevdîtinên dîplomatîk bi Sûriyeyê re piştî gelek mehan ji rawestiyanê hatin destpêkirin, Îsraîl di vê qonaxê de girîngiyeka taybetî dide dabînkirina Ewlehiya sînorên xwe û parastina kêmaniya Durzî di hundirê axa Sûriyeyê de.

Aliyê Îsraîlî amaje jî daye ku, ew geşbîn in ku ev hevahengî dê bibe sedema tenahiyeka demdirêj li deverê.

Herwesa aliyê Sûriyeyê jî vê pêşengiyê wekî derfeteka dîrokî ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê wesif dike. Karbidestên Sûriyeyê amaje daye ku, ev pêşengî daxwaza rawestandina yekser a hemî çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê dike, herwesa Şamê şertê wê yekê danaye ku ji bo her pêşketineka stratejîk, divê bernameyeka demkî ya diyarkirî û pabendker ji bo vekişîna tevaya hêzên Îsraîlê ji bo pişt xetên berî 8ê Berçileyê hebe.