Artêşa Îsraîlê: 2 endamên Hizbullahê li başûrê Libnanê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, di êrişên nû yên li ser başûrê Libnanê de, du endamên Hizbullahê hatine kuştin. 

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê aşkere kir, di encama operasyonên wan ên dawî de li başûrê Libnanê, du endamên Hizbullahê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin jî, yek ji kesên hatine kuştin "endezyar" e û her duyan hewl didan "binesaziya leşkerî ya Hizbullahê" li herêmê ji nû ve ava bikin.

Li gorî daxuyaniyê, firokeyên şer ên Îsraîlê îro serê sibê avahiyeke sê qatî li herêma pîşesaziyê ya "Xaziye" ya nêzî bajarê Seydayê bombebaran kir. Ev herêma ku hatî armanckirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyaniyek belav kir û tê de piştrast kir ku di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Kefer Dûnînê yê li başûrê Libnanê, du kesan jiyana xwe jidest daye.

Ev geşedanên leşkerî û zêdebûna êrişan di demekê de ne, biryar e Komîteya Çavdêriya Agirbestê civîneke pêk bîne.