Artêşa Sûriyeyê: Xalên HSDê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo me armancên leşkerî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûriyeyê radigihîne, hemû cih û xalên leşkerî yên HSD’ê yên di hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, ji bo wan wekî 'armancên leşkerî yên rewa' ne.

Li gorî Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê îro 7ê Çileyê derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek da.

‘Hemû xalên leşkerî armanc in’

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kir, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî taxên Helebê êrişên giran pêk anîne û li dijî sivîlan komkujî kirine". Li ser vê bingehê jî, artêşê ragihand ku:
"Hemû cih û xalên leşkerî yên HSD’ê yên di hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, ji bo me wekî 'armancên leşkerî yên rewa' têne hejmartin."

Bang li sivîlan hat kirin

Desteya Operasyonan bang li şêniyên sivîl ên li her du taxan kir ku "demildest ji xal û baregehên leşkerî yên HSD’ê dûr bikevin" da ku zirarê nebînin.

Du dergehên mirovî hatin vekirin

Artêşa Sûriyeyê ji bo derketina sivîlan a ji van taxan, vekirina du dergehên ku wan wekî "dergehên mirovî yên ewle" pênase kirine, ragihand. Ev dergeh ev in: Dergeha Ewarid  û dergeha Kolana Zuhûr.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev dergeh dê heta saet 15:00’an (3’yê piştî nîvro) ji bo derbasbûna sivîlan vekirî bin.

Ev daxuyaniya artêşa Sûriyeyê piştî wê tê, li gorî daxuyaniya Asayişa Şêx Meqsûd, komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Şamê ve ji duh 6ê Çileyê ve dest bi êrîşên giran li ser her du taxên Kurdnişîn ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) kirine û heta niha 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 38 kesên din jî birîndar bûne. 

Li gorî Rêkeftina 1ê Nîsanê: Hêzên HSD li Helebê nemane

HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê roja 1ê Nîsanê derbarê taxên Kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) de rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPGê ji wan hardu tawan vekişiyan, lê hêzên asayişê man.