SOHR: Desthiladarên Sûriyeyê bi heman nefesa nijadperestî êrişî Kurdan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) deselathdarên Sûriyeyê bi encamdana "tawanên tayîfî û qirkirina etnîkî" tawanbar kir. Ev daxuyanî di demekê de hat ku artêşa Sûriyeyê gefa êrişê li taxên Kurdan dixwe û Rêveberiya Xweser jî dibêje "şerê qirkirinê li dijî Kurdan hatiye ragihandin."

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), îro 7’ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand, deselathdarên niha li dijî pêkhateyên cuda yên welat zincîreyek "tawanên tayîfî û qirkirina etnîkî" pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, van hêzan dîrokeke wan a reş di armancgirtina pêkhateyan de heye. SOHR’ê diyar kir jî, ev pêvajo bi tawanên tayîfî yên li dijî Elewiyan li navçeyên berava deryayê dest pê kiriye, piştre li dijî Diruzên li Sehnaya û Siweydayê berdewam kiriye û îro jî bi heman nefesa nijadperestî Kurd têne aramncgirtin. 

Gefên Artêşa Sûriyeyê li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Ev daxuyaniya SOHR’ê di demekê de tê, îro Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê hişyarî da şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ragihand, hemû xal û baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li van taxan, ji bo wan "armancên leşkerî yên rewa" ne û bang li sivîlan kir ku ji van cihan dûr bikevin.

Îlham Ehmed: Ev şerê qirkirinê ye

Piştî gefên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed jî li ser platforma X’ê bertek nîşan da. Ehmed diyar kir ku Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ku bi hezaran sivîl lê dijîn, şer ragihandiye.

Ilham Ehmed destnîşan kir, ev "şerê qirkirinê" ye li dijî Kurdên ku ku berê jî zilm û zor ji rejîmê dîtine. Ehmed bi bîr xist ku piraniya şêniyên van taxan koçberên Efrînê ne ku bi darê zorê ji warê xwe hatine derxistin.