Ewlekariya Helebê: Me daxwaza korîdora aram nekiriye û em nakin jî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Helebê ragihand: “Em wan hemî gotgotkan red dikin ku qaşo me daxwaza korîdoreka aram ji bo derketina ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribe.”

Navenda Ragihandinê ya Ewlekariya Hundirîn a Helebê îro (Pêncşem, 08.01.2026) bi rengekê fermî di beyannameyekê de ragihand: “Hêzên me li cihên xwe ne û bi qehremaniyeka herî mezin berevaniyê dikin. Yên ku divê vekişin destdirêjker in, ne yên ku berevaniyê ji axa xwe dikin, lewma me daxwaza korîdora aram nekiriye û em nakin jî ji ber ku em destdirêjker nînin.”

Navenda navbirî amaje jî da: “Em hemî wan propagandayên hin dezgehên medyayê bi tundî red dikin ku tenê armanca wan nehêlana morala gel û hêzên me ye, ji ber vê yekê em tekez dikin ku ne em in yên ku divê vekişin, belkî divê hêzên destdirêjker tank, top û çekdarên xwe vekişînin.”

Ev çar roj in ku rewşa Helebê piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" û diyarkirina "dema dawiyê" ji bo valakirina taxan ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve gihîştiye qonaxeka diyarker.

Ewlekariya Helebê ragihand ku, wan serê sibeha îro (Pêncşem) êrîşeka berfireh a komên Şamê têk bir ku bi 60 tank û timbêlên zirxî hatibûn. Di encamê de jî, tankek û pênc timbêlên leşkerî hatin pûçkirin û heft dron jî hatin êxistin.

Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê Dr. Ebdulqadir Hesko îro (Pêncşem, 08.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha şerekê dijwar û giran heye û komên çekdar bi giranî êrîşên xwe ji bo ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dane destpêkirin.”

Birêvebirê Nexweşxaneya Şêx Meqsûdê herwesa got: “Di encama pevçûn û êrîşên van sê rojan de, 10 welatî hatine kuştin û 65 welatiyên din jî birîndar bûne, ku rewşa saxlemiya hin ji wan nebaş e.”

Dr. Ebdulqadir Hesko di derheqa rewşa tenduristiyê û şiyana wê nexweşxaneyê de jî haydarî li ser xetera dorpêça bijîşkî da û ron kir: "Komên çekdar rêyê li ber gihîştina her alîkarî û pêdiviyeka bijîşkî ji bo nexweşxaneya me digirin, ev yek jî bûye sedema wê yekê ku hejmara derman û pêdiviyên li ber destên me ber bi nemanê ve biçe û karesatên mirovî jê peyda bibin.”