Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê digihîne Kurdên Helebê yên ku vegeriyane Efrînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya kampanyayeke lezgîn de, dest bi dabeşkirina xurek û peydakirina çareseriya bijîşkî ji bo awareyên Efrîn û derdora wê kir. Dezgehê ragihand, îro ji bo 3 hezar malbatî xwarina germ hatiye amadekirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ji bo alîkarîkirina malbatên Kurd ên ku ji ber alozî û geşedanên dawî yên li Şêx Meqsûd aware bûne, ketiye nava liv û tevgerê. Tîmên dezgayê li ser erdê dest bi dabeşkirina alîkariyên mirovî û tenduristiyê kirin.
3 hezar malbat xwarina germ werdigirin
Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî de ji Kurdistan24’ê re ragihand, tîmên wan di amadebaşiya herî bilind de ne. Hacî diyar kir, ji bo birîna birînên awareyan hemû amadekarî hatine kirin û wiha got: "Me biryar daye ku her îro ji bo nêzîkî 3 hezar malbatên aware xwarina germ dabeş bikin. Her wiha tîmên me yên tenduristiyê li nav kampan digerin, da ku nexweş û birîndaran derman bikin û dermanên pêwîst bigihînin wan."
50 karmend û xwebexş li qadê ne
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ev sê sal in nivîsgeha wê ya mayînde li bajarê Efrînê heye, niha bi riya 50 karmend û xwebexşên xwe çavdêriya pêvajoya alîkariyan dike. Berpirsên dezgayê tekez dikin, ti pirsgirêkeke wan a lojîstîk nîne û hemû pêdiviyên xurek û dermanan ji nav herêmê hatine dabînkirin da ku bi lez bigihînin destê lîqewimiyan.
Peyameke neteweyî û mirovî
Ev hewildana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di demekê de ye ku taxên Kurdnişîn ên Helebê di qonaxeke dijwar a ewlehî û mirovî re derbas dibe. Dezgehê jî wekî yekemîn saziya mirovî bi hewara koçberan ve çû û hat destnîşankirin ku ev xebat ne tenê peydakirina xurek e, lê belê peyameke neteweyî û mirovî ye ji bo piştgirîkirina rûmeta welatiyên ku ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe bûne.