Murşid Xeznewî: Kurdên Helebê rûbirûyî bizavên qirkirinê dibin û îradeya wan naşkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Murşid Xeznewî tekez li ser girîngiya rola Serok Barzanî di rewşa niha ya Helebê de kir û ragihand: “Serok Barzanî ji ber pêgeh û têkiliyên navneteweyî yên bibandor dikare zexteka mezin ji bo rawestandina vî şerî û rêgirtina li qirkirina Kurdan li Helebê çê bike.”

Kesatiyê olî û civakî yê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Murşid Xeznewî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Gelê Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di nav têkoşîneka dîrokî de ne li dijî bizaveka plankirî ji bo qirkirin û tunekirina nasnameya wan a neteweyî.”

Murşid Xeznewî amaje jî da ku, ev êrîş bizaveka derveyî ye ji bo şikandina îradeya Kurdan, lê tekez kir ku vî gelî tevahiya jiyana xwe di têkoşînê de derbaz kiriye û tu carî serê xwe li hember dagirker û komên tundrê natewîne.

Li gorî daxuyaniya Xeznewî, hêzên ewlehiyê û sivîl wekî çiyayekî li hember topbarana berdewam a çekdarên Ehmed Şera (Colanî) rawestiyane û moraleka bilind heye ji ber ku piştgiriya Kurdên her çar parên Kurdistanê pê re ye.

Navbirî behsa qehremaniya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir, ku heta piştî birîndarbûna wan jî, bi birînên girêdayî ve vedigerin eniyên berevaniyê da ku rûmet û şerefa gelê xwe biparêzin.

Xeznewî amaje jî da ku, xuya bû ku ew Sûriyeya ku xelk li hêviyê bû, nabe ew welatê ku cihê hemiyan tê de hebe, ji ber ku biyarên hikûmeta niha ya Şamê di destên wê bi xwe de nînin û ji hêla welatên cîran ve tê arastekirin.

Ji nerînav vî kesatiyê olî, Mihemed Colanî xwedî îdeolojiyeka tundrê ye û tu pêkhateyeka cuda qebûl nake, wekî ku çawa pêştir li beranberî Elewî û Durziyan komkujî kirin, niha jî dixwaze eynî tiştî li beranber Kurdan bike.

Xeznewî herwesa got: "Li şûna ku nûnertiya Sûriyeyê bike, Colanî biryarên serokê welatekê cîran li dijî Kurdan bi cih tîne."

Navbirî eşkere jî kir: "Her çend Kurdan her car destê aştî û diyalogê dirêj kiriye jî, lê aliyê din bi planên derve bizav kiriye ku îradeya Kurdan bişkînin, ku ev jî bi gotina wî tenê xebat û têkoşîna gelê Kurd zêde dike."

Murşid Xeznewî di pareka din a gotinên xwe de tekez li ser girîngiya rola Serok Barzanî di vê qonaxê de kir û got: “Serok Barzanî ji ber pêgeh û têkiliyên xwe yên navneteweyî yên bibandor dikare zexteka mezin ji bo rawestandina vî şerî û rêgirtina li qirkirina Kurdan li Helebê çê bike.”

Navbirî herwesa bang li partîyên siyasî yên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên diyasporayê kir, ku bi yek deng û bi her awayî piştgirîya Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku ev yekdengî dê bandoreka rasterast li ser navendên biryardanê yên cîhanê bike û ev hevrikî jî dê bi serkeftina gelê Kurd û parastina rûmeta neteweyî bidawî bê.