Tom Barrack: Em kar ji bo dirêjkirina agirbesta li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack pêşwazî li agirbesta demkî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir û ragihand, welatê wî kar ji bo dirêjkirina vê agirbestê dike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack îro serê sibê (9’ê Çileyê) li ser hejmara xwe ya "X" daxuyaniyek belav kir. Barrack diyar kir ku ew agirbesta demkî ya ku berbanga îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk hatiye, pêşwazî dikin.
Barrack spasiya hemû aliyên ku di agirbestê de cih girtine kir û got: "Em spasiya Hikumeta Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), rayedarên herêmî dikin ku bi xweragirî û niyeta baş tevgeriyan û rê li ber vê agirbesta pêwîst vekirin."
Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir ku ew niha hewl didin agirbesta ku saet 09:00’ê sibehê bidawî dibe, ber bi demeke dirêjtir ve bibin.
Şertên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê saetên serê sibê ragihandibû, wan ji saet 03:00’ê berbangê û heta 09:00’ê sibehê li derdora Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê agirbest ragihandiye. Wezaretê daxwaz kir, komên çekdar tenê bi "çekên xwe yên sivîl" ji taxan derkevin.
Hikumeta Şamê soz da ku artêşa Sûriyeyê dê "ewlehiya derbasbûna wan" garantî bike û wan heta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (herêmên di bin kontrola HSD’ê de) bişîne.
‘Riya aştiyê ji ya şer çêtir e’
Tom Barrack hêviya xwe anî ziman ku ev hefte bibe destpêka aramiyeke mayînde û diyalogeke kûr. Herwiha got: "Her çiqas di rê de astengî hebin jî, nêrîna hevbeş nîşan dide ku hevkarî ji şer û rûbirûbûnê çêtir e. Ev agirbest dikare bibe destpêka aştiyeke mayînde ji bo hemû civakên Sûriyeyê û welatên cîran."
Êrişên li ser taxên Kurdnişîn ên Helebê roja sêşemê, 6’ê Çileyê 2026’an dest pê kiribûn. Komên çekdar ên girêdayî desthilata nû bi tank û topan êrişî qadên sivîlan kiribûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl bûn qurbanî û bi dehhezaran Kurdên li Helebê neçar man ku malên xwe biterikînin û koçber bibin.