Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê komkujî: 8 sivîlên Kurd şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hêzên girêdayî "Hikumeta Demkî" komkujî pêk anîn. Di encama topbarana li ser maleke Şêx Meqsûd de, malbateke 6 kesan canê xwe jidest dan. Herwiha li nexweşxaneyekê jî 2 xebatkarên Kurd, hatin şehîdkirin.

Li gorî çalakvanên Helebê, êrişên hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî yên li ser taxên Kurdan ên Helebê gihîştine asteke hovane. Duh êvara 8’ê Çileyê 2026’an de, li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê du bûyerên giran ên sûcê şer qewimîn.

Du xebatkarên nexweşxaneyê hatin kuştin

Li gorî çalakvanên Helebê, li taxa Eşrefiyê, du xebatkarên nexweşxaneyê (Ednan Arif Osman û Elî Henîf Osman) di êrîşên grûpên çekdaran de canê xwe jidest dane.

Her du xebatkarên hatine kuştin ji gundê Eyn Hecer a Biçûk ê Efrînê ne.

Li Şêx Meqsûd jî komkujî

Her li gorî çalakvanên Helebê jî, li taxa Şêx Meqsûdê, hêzên Hikumeta Demkî maleke sivîlan rasterast topbaran kir. Di encama vê êrişê de ji heman malbatê 6 kes, ku 3 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Navên qurbaniyên malbatê ev in:

1.    Emîn Reşo (Bav)

2.    Zeyneb Emîn Reşo (Keça Emîn)

3.    Şervîn Hesen (Bûka Emîn)

4.    Nûra Reşo (Zarok)

5.    Emîn Reşo (Zarok)

6.    Mîra Reşo (Zarok)

Dayika malbatê ya bi navê Nûra Hesen di êrişê de birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Xalid Fecir tê dermankirin. Ev malbat bi eslê xwe ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabata ya Efrînê ye û di sala 2018’an de ji ber dagirkeriyê koçberî Helebê bûbû.

SOHR: 23 sivîl hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, di encama sê rojên şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, bîlanoya qurbaniyan gihîştiye 116 kesan. Di nava sê rojan de 23 sivîlan canê xwe jidest dane û 98 kes jî birîndar bûn.