Yekîtiya Zanayên Îslamê: Êrişên li ser Kurdên Helebê li dijî prensîpên Îslamê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi tundî şermezar kirin û ragihand, ev êriş li dijî pîvanên ola Îslamê ne. Yekîtiyê piştgiriya xwe ji bo peyamên Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên derbarê "metirsiya qirkirina nijadî" de nîşan da.
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Ebdullah Weysî îro 9’ê Çileyê ji malpera Kurdistan24’ê re ragihand, tiştê ku li Helebê li dijî Kurdan diqewime "zulmeke mezin e" û ti peywendiya wê bi dînê Îslamê re nîne.
Ebdullah Weysî di daxuyaniya xwe de got: "Em van êrişên li ser Kurdên Helebê şermezar dikin. Ev êriş bi temamî li dijî prensîp û deqên şerî yên ola Îslamê ne. Divê hemû alî bibin sedema aramkirina rewşê."
Weysî herwiha bang li navendên îslamî yên cîhanî û bi taybetî yên Sûriyeyê kir ku li hemberî vê zulmê bêdeng nemînin û xwedî li mafên hemû pêkhateyan derkevin.
Yekîtiya Zanayên Îslamî di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku li şûna çek û tundûtûjiyê, rêyên aştiyane û însanî werin şopandin da ku xwîna bêguneh neyê rijandin.
Serok Barzanî: Metirsiya qirkirina etnînî heye
Daxuyaniya Yekîtiya Zanayên Îslamî piştî hişyariyên tund ên rêberiya Herêma Kurdistanê hat. Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya roja çarşemê de diyar kiribû, guhertinên li Sûriyeyê derfetek bû ji bo çareserkirina mafên Kurdan bi riya diyalogê, lê şerê niha yê li Helebê metirsiyeke mezin e.
Serok Barzanî hişyarî da jî: "Ev rewşa metirsîdar û tundûtûjiya li Helebê, metirsiyê li ser jiyana sivîlan çêdike û gefa 'paqijiya nijadî' (qirkirin) li dijî Kurdan li wê herêmê dixwe."
Mesrûr Barzanî: Guhertina demografîk nayê qebûlkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî roja pênşemê di peyama xwe de bal kişandibû ser armancên van êrişan û gotibû: "Armancgirtina Kurdan li Helebê bi mebesta guhertina demografîk e. Ev yek wijdanê civaka navneteweyî û desthilata Şamê dixe bin pirsê. Ti hincet û bihane rê nadin qirkirina etnîkî."