Meclisa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Gel a taxên Kurdên Helebê vekişîna ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê red kir û seferberiya giştî ragihand. Herwiha destnîşan kir, ew ê li dijî her cûre êrişî, nasname û axa xwe biparêzin.
Li bajarê Helebê di qada leşkerî û siyasî de rageşî gihîştiye lûtkeyê. Tevî hemû gef û fîşarên leşkerî yên hêzên "Hikumeta Demkî" û Artêşa Sûriyeyê, Meclisa Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand, ew bi ti awayî taxên xwe naterikînin û amade ne heta dawiyê li ber xwe bidin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), şervanên HSD’ê bi tundî li dijî daxwazên valakirina taxê derketine û her cûre pêşniyazên ji bo vekişînê red kirine.
Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) jî diyar kir, hêzên HSD’ê biryara xwe ya dawî dane ku li Helebê bimînin û li dijî her cûre êrişên ku werin ser taxan, di amadebaşiya parastinê de ne.
Meclisa Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê seferberiya giştî (seferberiya gel) ragihand. Meclisê destnîşan kir ku ji 6’ê Çileyê ve taxên wan rastî êrişên hov ên komên çekdar û hêzên hikumetê tên.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev êriş rasterast nexweşxane, dibistan, navendên xizmetguzariyê û avahiyên sivîlan dikin armanc. Hêzên me û gelê me bi hemû derfetên xwe li ber xwe didin. Baweriya me bi hikumeta nû nîne; em ji taxên xwe dernakevin û em ê bi xwe taxên xwe biparêzin."
Meclisa Gel a her du taxan diyar kir, armanca sereke ya van êrişan, xweradestkirina hêzên Asayîşê, pêkanîna komkujiyan û destpêkirina pêleke nû ya koçberiyê ye.
Herwiha Meclisê hişyarî da, dixwazin heman senaryoya ku li bereva deryayê û li Siweydayê li dijî Elewî û Diruzan hatibû kirin, niha li dijî Kurdên Helebê pêk bînin, da ku demografiya herêmê biguherînin.
Krîza mirovî ya ji 6’ê Çileyê ve
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 6’ê Rêbendana 2026’an ve di bin topbarana giran a çekên giran de ne û metirsiyeke mezin a mirovî ava kiriye.