Îlham Ehmed: Şamê rêya şer hilbijartiye, lê em pabendî peymanan in
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, tevî êrişên giran ên li ser taxên Kurdan ên Helebê, ew hîn jî pabendî peymanên bi hikumeta Şamê re ne. Ehmed destnîşan kir, Şam bi van êrişan hewl dide lihevkirinên berê têk bibe.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, îro 9ê Çileyê di hevpeyvînekê de bi ajansa Agence France-Presse (AFP) re, rewşa dawî ya Helebê û têkiliyên bi Şamê re nirxand.
Îlham Ehmed rayedarên Sûriyeyê tawanbar kir ku bi êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, rêya şer û tundûtûjiyê hilbijartine. Ehmed diyar kir jî, hikumeta Şamê bi zanyarî van êrişan pêk tîne da ku peymanên ku berê bi Rêveberiya Xweser re hatibûn kirin, pûç bike û dawî li wan bîne.
Îlham Ehmed derbarê helwesta Rêveberiya Xweser de wiha got:
"Em hîn jî pabendî peymanan in û em hewl ji bo cîbicîkirina wan didin. Daxwaza me ew e ku hemû pirsgirêk bi riya diyalog û guftûgoyan werin çareserkirin. Lê mixabin, heta niha hikumeta Şamê amadehiya xwe ya ji bo pabendbûna bi peymanan nîşan nedaye."
Rola navbênkariyê ya Amerîkayê
Berpirsa Têkiliyên Derve bal kişand ser rola Amerîkayê wekî navbênkar û hêviya xwe anî ziman ku Washington fîşarê li Şamê bike, da ku vegere ser maseya lihevkirinê.
Hevdem ligel van daxuyaniyan, çavkaniyên dîplomatîk ji AFP’ê re ragihandin, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack ji bo hevdîtinan ber bi Şamê ve bi rê ketiye. Tê payîn ku Barrack bi berpirsên hikumeta Sûriyeyê re bicive, da ku rê li ber rageşiya li Helebê bigire û agirbestê dirêj bike.