Ronî Elî: Hikumeta li Şamê ne xwedî biryar e, li gorî ajandeyan tevdigere
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî Ronî Elî ragihand, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ne tenê bûyerên navxweyî ne, lê belê parçeyek ji ajandeyên welatên derve ne. Elî destnîşan kir, desthilata niha ya li Şamê (Hikumeta Demkî) ne xwedî biryara xwe ye û li gorî daxwazên hêzên herêmî tevdigere.
Nivîskar û çavdêrê siyasî Ronî Elî îro 9ê Çileyê di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24’ê de, geşedanên dawî yên li bajarê Helebê û agirbesta demkî nirxandin. Elî diyar kir ku agirê şer li Sûriyeyê bi hêsanî venamire, ji ber ku berjewendiyên gelek dewletan di nav de hene.
Ronî Elî bal kişand ser nasnameya hêzên ku êrişî taxên Kurdan dikin û wiha got: "Ev desthilata ku niha li Şamê hatiye rûniştandin, ne bi destê xwe ava bûye. Ew ji aliyê gelek dewletan ve hatiye 'kirîn' û bazar li ser hatiye kirin. Ji ber wê jî, biryarên wan ne di destê wan de ne. Ew li gorî ajandeyên welatên ku piştgiriya wan dikin, tevdigerin."
Armanc: Sûriyeyeke "Yek-Reng" e
Li gorî şîroveya Ronî Elî, hinek hêzên herêmî dixwazin Sûriyeyeke nû ya "yek-reng" (Sunî-Nîjadperest) ava bikin ku tê de mafên pêkhateyên wekî Kurd, Elewî û Diruzan tune bin.
Herwiha Elî got: "Ev projeya ku niha li Helebê tê meşandin, berdewamiya plana Efrînê ye. Dixwazin nasnameya Kurdî ji holê rakin û demografiya herêmê biguherînin. Çavê wan li ser wê yekê ye ku heke Kurd li Helebê bişikên, dê êrişên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve berfireh bikin."
Rola Serok Barzanî û moralê neteweyî
Ronî Elî behsa giringiya peyama Serok Mesûd Barzanî kir û got: "Peyama cenabê Serok Barzanî moraleke mezin û nasnameyeke neteweyî da berxwedana li Rojavayê Kurdistanê. Dema Kurd dibînin ku sîmbolekî wekî Serok Barzanî li pişt wan e, vîna wan a ji bo parastina ax û rûmeta wan xurttir dibe. Ev peyam nîşan dide ku Kurd di rojeva cîhanê de xwedî giraniyeke siyasî ne."
Ronî Elî di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku divê aliyên Kurdî di vê qonaxê de bi hişmendiyeke yekgirtî tevbigerin, ji ber ku ev şer ne tenê şerê taxekê ye, şerê hebûn an tunebûna Kurdan e di nexşeya nû ya Sûriyeyê de.