Ramî Ebdirehman bo K24ê: Li Şêx Meqsûdê şer berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman îro (Şemî, 10.01.2026) di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re pêşketinên dawiyê yên meydanî yên taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê eşkere kirin û bal kişand ser pevçûnên tund û operasyonên derbazbûna berevajî.
Li gorî zanyarên Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê operasyoneka derbazbûnê ji bo ser baregehên artêşa Erebî ya Sûriyeyê kiriye. Di eynî demê de, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê bizav kiriye ku derbaz bibin nav çend avahiyên akincîbûnê li nav taxa Şêx Meqsûdê, ev jî bûye sedema serhildana şer li nav cihên akincîbûnê.
Ramî Ebdirehman herwesa ragihand: “Dengê teqînên li pey hev li deverê hatine bihîstin û pevçûn bûne sedema çêbûna zirarên canî. Li gorî raportên piştrastkirî, di nav rêzên her du aliyan de "Ewlekarî û komên çekdar ên Sûriyeyê” kuştî û birîndar hene.
Niha alozî di asta herî bilind de ne û pevçûnên navber navber li çend deverên taxa Şêx Meqsûdê berdewam in, ev jî di demekê de ye ku bizavên her du aliyan ji bo kontrolkirina avahiyên stratejîk zêde bûne.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in ku êrîşên leşkerî li ser her du taxên Kurdan ên Helebê, Eşrefiye û Şêx Meqsûd, dane destpêkirin. Wan her du taxên Kurdan bombebaran kirine, wesa jî hejmareka mezin a şêniyên wan taxan aware bûne û hin ji wan jî bûne qurbanî.