Asayîşa Helebê: Me 3 tankên milîsên Şamê rûxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ragihand, wan 3 tankên milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê rûxandine. Ev tank dema ku Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûd topbaran dikirin, hatin têkbirin.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Helebê îro 10ê Çileyê zanyariyên herî dawî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, milîsên Şamê bi tankan Nexweşxaneya "Xalid Fecir" a li rojavayê Şêx Meqsûd topbaran dikirin. Hêzên Asayîşê di encama operasyoneke serkeftî de her 3 tankên êrişkar rûxandin û pûç kirin.

Hat ragihandin, niha li kolan û kolanên Şêx Meqsûd şerekî pir dijwar ê sîng bi sîng berdewam dike. Milîsên Şamê bi awayekî bêserûber taxên niştecihbûnê topbaran dikin û dironên wan jî navendên tenduristiyê hedef digirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku ew li hemberî van êrişan di nava berxwedaneke mezin de ne û ji bo parastina jiyana sivîlan li her derê bersivê didin êrişkaran.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, derdora Nexweşxaneya "Xalid Fecir" ku tekane navenda tenduristiyê ya taxê ye, rastî topbarana giran a hêzên "Hikumeta Demkî" hat.

SOHR’ê ragihand, nexweşxane bi sivîl û birîndarên ku ji topbarana bêserûber reviyane dagirtî ye. Kesên di nava nexweşxaneyê de asê mane, bangên hewarê daxwaz dikin ku armancgirtina saziyên tenduristiyê demildest were rawestandin, ji ber ku jiyana bi sedan kesan di bin metirsiyeke rasterast de ye.

Li gorî SOHRê, hêzên Hikumeta Demkî nahêlin ambulans û tîmên hawarhatinê derbasî taxê bibin da ku birîndaran veguhastînin. Ev yek metirsiya karesateke mirovî ya hîn mezintir bi xwe re tîne. Di encama topbarana li ser qadên niştecihbûnê de, gelek mal û wesayîtên sivîlan şewitîne û ziyaneke mezin gihîştiye milkên taybet.

Hevdem ligel vê krîzê, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê îro şemiyê (10’ê Çileya 2026’an) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, hemû operasyonên wan ên leşkerî yên li hundirê taxa Şêx Meqsûd rawestiyane.

Li gorî daxuyaniyê, ji saet 15:00’ê piştî nîvro ve operasyon bi temamî hatine bidawîkirin. Artêşê diyar kir ku ew dest bi radestkirina saziyên hikumî û tenduristiyê ji bo dezgehên fermî yên dewletê dikin û hêzên wan qonax bi qonax ji kolanên taxê vedikişin.