Mezlûm Ebdî: Em hêzên xwe ji Helebê bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê vediguhêzin
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, pêxemetî parastina canê welatiyan û bi navbeynkariya navneteweyî gihîştine lihevkirinekê ji bo agirbestê û veguhestina şervan, birîndar û sivîlên dorpêçkirî ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Yekşem, 11.01.2026) li ser tora civakî ya Xê nivîsî ku, piştî gelek bizavan û bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ji bo rawestandina êrîşên li ser gelê Helebê gihîştine lihevkirinekê.
Mezlûm Ebdî eşkere jî kir: “Ev lihevkirin dê bibe sedema agirbestê û dê derfetekê peyda bike ku şehîd, birîndar, sivîlên dorpêçkirî û herwesa şervan ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê bên veguhestin.”
Navbirî di peyama xwe de bang li aliyên navbeynkar jî kiriye ku, pabendî sozên xwe yên rawestandina binpêkirinan bin û rêyê li ber vegera aştiyane ya awareyan ji bo ser mal û halên wan bin.
Fermandarê Giştî yê HSDê li dawiyê jî pesan berxwedana şervanan û şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiriye û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestiye.
Ev jî di demekê de ye ku di pênc rojên borî de, artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran û bi hezaran leşkeran êrîş li dijî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dan destpêkirin, li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî bi çend leşkeran berevanî ji wan taxan dikir.