Ewlekariya Şêx Meqsûdê: Em têkoşîna xwe bo parastina rûmeta gelê xwe didomînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêx Meqsûdê ragihand: “Bi rêya kirêgirtiyên Hikûmeta Sûriyeyê, bi piştgiriya dron, tank, top, timblênê zirxî û hemî cûnên çekên giran êrîşeka hovane li ser taxa me hat kirin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêx Meqsûdê di daxuyaniyekê de got: “Di 6ê Çileya 2026ê de, kirêgirtiyên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya dron, tank, top, timbêlên zirxî û hemî cûnên çekên giran, ji bilî bi hezaran kirêgirtiyan, êrîşeka hovane li ser taxa me hat kirin.”

Hêzên navbirî amaje jî da: “Armanca ji van êrîşan qirkirina gelê me, guhertina pêkhateya demografîk a taxê û binpêkirina rûmeta wê bû.”

Di wê daxuyaniyê de herwesa hat gotin: "Hêzên me li ser bingeha biryareka Encûmena Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê biryar da ku rûbirûyî wan hêzan bibin û berevaniyê ji rûmeta xwe bikin."

Di wê daxuyaniyê de herwesa hat gotin: “Berxwedaneka wêrekane li dijî wan hêzan hat destpêkirin, hêzên me bê dudilî di berevanîkirina ji tax û rûmeta gelê xwe de canê xwe feda kir, me tu teslîmbûnek qebûl nekir û em dê qebûl nekin jî, herwesa zanyarên li ser nasnameya şehîdan jî dê ji raya giştî re bên belavkirin.”

Di wê daxuyaniyê de amaje jî hatiye dan: “Di vî şerî de gelê me rastî êrîşeka hovane hat, ku di encamê de hejmareka mezin birîndar û şehîdan bû. Birîndar li Nexweşxaneya Xalid Fecrê bûn, ku yekane nexweşxaneya taxê ye. Kirêgirtiyan bi dehan caran bi çekên giran û dronan êrîşî wê nexweşxaneyê kir û bizav kir ku komkujiyê bikin.”

Çavkaniya navbirî herwesa ragihand: "Di dawiyê de, agirbesteka qismî ji bo rêgirtina li zêdetir komkujiyan û veguheztina birîndar, sivîl, jin û zarokan ji wê nexweşxaneyê bo deverên aram hat ragihandin. Hêzên me bi rêzgirtineka mezin serederî bi wê agirbestê re kir û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecrê jî valakirin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêx Meqsûdê li dawiyê jî tekez kir: “Ji niha û pê ve, hêzên me dê bê dudilî li ser têkoşînê ji bo parastina îradeya azad û rûmeta gelê me berdewam bin, dê cihê şehîdên me bigirin. Hêzên me dê bi her awayî têkoşîn û xweragiriya xwe bidomînin.”

Ev jî di demekê de ye ku di pênc rojên borî de, artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran û bi hezaran leşkeran êrîş li dijî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dan destpêkirin, li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî bi çend leşkeran berevanî ji wan taxan dikir.