Sê Pêşmerge ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sê Pêşmergeyên Kurdistanê îro li xaleka kontrolê ya Xurmatûyê bi hinceta "hilgirtina çekan" ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.
Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawa Şêxanî ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo re got: “Artêşa Iraqê îro (Yekşem, 11.01.2026) li xala kontrolê ya Xidir Weliyê li aliyê Xurmatûyê sê Pêşmergeyên Lîwaya 9ê girtin.”
Li gorî zanyaran, ew her sê Pêşmerge ji Hewlêrê ne û navên wan ev in:
- Derbaz Mihemed
- Cume Heme Ebdirehman
- Omer Celal Ebdirehman
Li gorî gotina Şêxanî, ew her sê Pêşmerge wê demê ji dewama xwe ya fermî vedigeriyan û girtina wan bi hinceta "hilgirtina çekan" bû. Şêxanî herwesa got: "Em bi rayedarên pêwendîdar ên wê derê re li ser xetê ne ku wan azad bikin."