Dem Partî bo desthilatdarên Tirkiyeyê: Berpirsên HSDê vexwînin Enqereyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokên Dem Partiyê daxwaz ji desthilatdarên Tirkiyeyê dikin ku, berpirsên HSDê vexwînin Enqereyê, li ser maseyekê rûnin û danûstandinan bikin.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan îro (Yekşem, 11.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de li ser êrîşa artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser du taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) axivîn.

Her du Hevserokên Dem Partiyê tekez li ser pêdivîtiya rawestandina tavilê ya êrîşan kir. Wan bang li civaka navneteweyî jî kir ku erkê xwe yê parastina canê sivîlan bi cîh bînin.

Tuncer Bakirhan got: "Êrîşa li ser Helebê dê rasterast pêvajoya çareseriyê li Enqereyê têk dide; li vê derê niyeteka wesa heye. Divê hemî alî vê lîstika xeter bibînin. Berpirsên HSDê vexwînin Enqereyê, li ser maseyekê rûnin, biaxivin û bi hev re li çareseriyekê bigerin; lê em dibînin ku hin alî li şûna vê yekê berdewam aloziyan dixwazin.”

Bakirhan herwesa rexne li daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî kir û got ku, dîplomasî bi zimanê gefan nayê kirin, belkî diyalogê hewcedarî bi diyalogê heye. Herwesa ragihand: "Ev ziman di bingeha xwe de bizavek e ji bo tepeserkirina îradeya aştiyê ya Îmraliyê li Sûriyeyê."

Hatimogullari: Divê hêzên navneteweyî li hember vê tawanên bêdeng nemînin

Tulay Hatimogullari jî ji aliyê xwe ve berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wekî xaleka werçerxanê ya girîng ji bo paşeroja demokrasiyê li Sûriyeyê binav kir. Navbirî herwesa got ku, ew êrîş ji hêla “Heyet Tehrîr Şam”ê û komên çekdar ên girêdayî wê rêkxistinê di bin navê “Hikûmeta Demkî” de hatine kirin.

Hatimogullari bang li hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û welatên garantîker kir û got: "Bêdengbûn hevparbûna di vê tawanên de ye. Nabe rê bê dan ku Heleb bibe mîna Xezzeyê. Armanca van êrîşan dorpêçkirina gelê Kurd li Sûriyeyê ye. Ev kiryar li dijî lojîka Sûriyeyê û îradeya pêkvejiyana gelan e."

Navbirî tekez jî kir ku, divê Tirkiye piştgiriyê bide diyalogê, ne pevçûnên li Sûriyeyê. Herwesa daxwaz kir ku, agirbesta ragihandî li Helebê bibe agirbesteka herdemî.

Pevçûnên vê dawiyê yên di navbera hêzên Ewlekariya Navxweyî ya girêdayî Rêveberiya Xweser û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bû sedema kuştina bi dehan sivîlan û awarebûnê zêdetir ji 155 hezar kesan.