Hejmareka partiyên siyasî yên Kurdistanê êrîşa li ser Kurdên Helebê şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareka partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê şermezar kirin û ragihand ku, ew yadaştnameyeka nerazîbûnê pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî dikin.
Xefûr Mexmûrî îro (Yekşem, 11.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: “Hejmareka mezin a partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kom bûne, da ku êrîşên terorîstî yên komên çekdar li ser taxên Kurdan li Helebê şermezar bikin, herwesa me dê ragihandineka hevpar ji raya giştî re jî hebe.”
Navbirî amaje jî da: “Em yadaştnameyekê pêşkêşî hemî konsulxaneyan û Neteweyên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê dikin. Em kar û xebata Kurdan li Rojavayê Kurdistanê wekî bizavên neteweyî dibînin.”
Xefûr Mexmûrî eşkere jî kir: “Em bang li hemî aliyan dikin ku li hember êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînin. Ji dema hilweşîna rejîma Esed heta niha, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwestiye ku bi Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî re li hev bike.”
Xefûr Mexmûrî herwesa spasiya dezgehên medyayê û mamosteyên olî jî kir, ku helwesteka Kurdane li hember van êrîşan hebû.