Konsulê Misrê tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina têkiliyên bi Kurdistanê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî îro 12ê Çileyê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Misrê Mehmûd Farûq Yûsif kir. 

Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmetê Masrûr Barzanî ya ji bo Qahîreyê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Es-Sîsî re kirin. 

Konsulê Giştî yê Misrê bal kişand ser girîngiya vê serdanê û da zanîn ku ev gav dê bibe sedema geşepêdana peywendiyên dualî di warên cuda de. Her wiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re dubare kir.

Serokê Hikûmetê Masrûr Barzanî, spasiya rola girîng a Misrê û Serok Sîsî kir ku her tim piştgiriya doza Kurd û aştî û aramiya li navçeyê dikin.