Helebce.. Ji bo piştgiriya Kurdên Helebê çalakiyeke cemawerî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Helebceyê, wek karvedanekê li dijî êrişên ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyeke camewerî hat lidarxistin. Di çalakiyê de peyama piştgirî û yekîtiya neteweyî hat dayîn.

Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasîh îro 12ê Çileyê di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got: "Peyama me, peyama yekdengî û hevgirtina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ji xwişk û birayên xwe yên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd re dibêjin ku em bi we re ne û piştgiriya we dikin."

Nuxşe Nasîh herwiha hemû cureyên tundûtûjiya li dijî Kurdan şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina van êrişan demildest bikeve tevgerê.

Parêzgara Helebceyê destnîşan kir, Kurd di dirêjahiya dîrokê de ti carî êrişî axa kesî nekiriye û tenê parastina xwe kiriye. Herwiha got: "Em ê bi tundî li dijî vê tundûtûjiyê bisekinin. Em amade ne, çi bi şêweyekî medenî be çi jî bi her awayekî din be, herin wir û wan biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Nasîh hêvî kir ku çareseriyeke bingehîn ji bo vê rewşê were dîtin: "Divê xebat ji bo rawestandina vê rewşê were kirin, lê em hêvî dikin ku ev rawestandin ne demkî be; divê çareseriyeke bingehîn be da ku careke din xwîna Kurdan neyê rijandin."

Di çalakiyê de welatiyên beşdar jî hestên xwe anîn ziman. Xwenîşanderekî diyar kir ku bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîne "karesateke dilsoj" in û got: "Divê em dengê xwe bigihînin cîhanê, da ku ti hêzeke dagirker careke din newêre êrişî Kurdan bike."

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya ji bo berxwedana Helebê bi dawî bû.