Rêxistinên Bakurê Kurdistanê: Bila mafên rewa yên Kurdan li Sûriyeyê werin naskirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî û Tirkiyeyê kir ku ji bo rawestandina şer bikevin tevgerê.

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, bi beşdariya nûnerên gelek saziyên sivîl û pîşeyî, li avahiya Baroya Amedê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyaniyeke çapemeniyê darxist. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa giran a mirovî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bang hat kirin ku mafên rewa yên gelê Kurd werin parastin.

'Hikûmeta Demkî li şûna aştiyê şer gur dike'

Hevberdevka Platformê Yildiz Ok Orak di daxuyaniyê de diyar kir, şerê navxweyî yê Sûriyeyê ev gelek sal in dibe sedema hilweşîneke mezin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan. 

Herwiha Orak amaje bi wê jî kir ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê û komên radîkal de roleke krîtîk lîstine û ne tenê hebûna xwe, lê belê hemû bawerî û pêkhateyên herêmê parastine.

Orak rexne li "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" girt û got: "Erkê vê hikûmetê ne afirandina qadên nû yên şer e; lê avakirina rêveberiyeke piralî û beşdar e ku aştiyê pêk bîne. Lê belê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê dijberî vê berpirsiyariyê ne. Hedefgirtina nexweşxaneyan bi çekên giran û reftara li dijî cenazeyên şervanan, binpêkirina eşkere ya hiqûqa şer e."

Bang li Tirkiyeyê: Bibe navbeynkar, ne aliyekî şer

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola Tirkiyeyê jî. Yildiz Ok Orak destnîşan kir, Tirkiye ji ber pêwendiyên xwe yên bi Hikûmeta Demkî re xwedî berpirsiyariyeke stratejîk e. Orak got: "Tirkiye divê nebe aliyekî şer, lê wekî navbeynkarekî avaker tevbigire. Nêzîkatiyeke ku daxwazên siyasî yên rewa yên Kurdan dernexe derve, dê li herêmê rageşiyê kêm bike û bandoreke erênî li pêvajoya hundirîn a Tirkiyeyê jî bike."

Daxwaz û Banga Civaka Navneteweyî

Platformê daxwazên xwe wiha rêz kirin:

1- Êrişên li ser Kurdên Helebê demildest werin rawestandin.

2- Di avakirina Sûriyeya nû de nasname, ziman û çanda Kurdî bibe xwedî garantiya destûrî.

3- Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo ewlehiya sivîlan roleke aktîf bigire ser xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç jî axivî û destnîşan kir ku gelê Rojava birayên me ne. Guleç got: "Pirsa Kurd li Sûriyeyê jî heye û divê bi rêya hiqûq û demokrasiyê were çareserkirin. Em bang dikin ku rê li ber şer were girtin û aştiyek mayînde were dabînkirin."