Îsal bo cara duyê birinc û tehînên Akrê bo Ewropayê tên hinardekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Karwanekê din ê berhemên xwemalî ji qezaya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê bo bazarên Ewropayê hat şandin.
Vê carê, barhilgirek ku 13 tonên birincê Kurdî û 6 tonên tehîna deverê hildigirtibûn ber bi welatê Brîtanyayê ve bi rê keft.
Şîrketa Aryasê, ku girêdayî komkirin û hinardekirina berhemên xwemalî ye, ev pêngav wekî berdewamiyek ji bo karên xwe ji bo nasandina berhemên cotkarên Kurdistanê ji bo sûkên cîhanê avêtiye.
Xwediyê Şîrketa Aryasê Aras Hamid ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev cara duyê ye di sala 2026ê de ku em berhemên xwe ji bo Ewropayê hinarde dikin. Me pêştir karwanekê din şandibû Almanyayê û îro jî em van berheman dişînin Brîtanyayê."
Aras Hamid amaje jî da ku, karên wan ne tenê ji bo Brîtanya û Almanyayê ne, belkî berhemên wan welatên din ên Ewropayî wekî Swêd, Fînlanda û Holanda j vedigirinî.
Qezaya Akrê bi berhemên xwe yên dewlemend û xwezayî yên çandiniyê navdar e, xasma jî bi birinc û tehînê ku ji hêla cotkarên deverê ve tên berhemandin. Hinardekirina van berheman ne tenê navê Kurdistanê û berhemên xwemalî bi cîhanê dide nasîn, lê herwesa ji bo cotkarên wê deverê jî bûye piştgiriyeka mezin da ku bikarin berhemên xwe bi bihayên baştir bifroşin.
Ji bilî birinc û tehînê, berhemên din ên wekî simaqê jî ji hêla wê şîrketê ve tên amadekirin û hinardekirin. Ev pêngav pareka plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo berbazarkirina berhemên navxweyî û vedîtina bazarên derve ji bo cotkaran.