Eşwaq Caf: Divê berbijarê Serokkomarê Iraqê bi dengên piraniya Kurdan be
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameka Komîteya Navendî ya PDKê eşkere kir ku, di civîna bê ya di navbera mektebên siyasî yên PDK û YNKê de dê biryara dawiyê li ser awayê çûna Bexdayê û posta Serokkomarê Iraqê bê dan, lê itîraf jî kir ku pêşniyarên YNKê giran in. Herwesa destnîşankirina Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê wekî "taktîkeka siyasî ya Sûdanî" wesif kir û li wê bawerê ye ku ew mijar dê pirsgirêkan li parlamentoyê biteqîne.
Endama Komîteya Navendî ya PDKê û Endama Parlamentoya Iraqê li Silêmaniyê Eşwaq Caf mêvana geşta nûçeyên Kurdistan24ê bû û got: “Di civînên hefteya borî yên di navbera PDK û YNKê de behsa posta Serokkomarê Iraqê hat kirin û çend pêşniyar hatin pêşkêşkirin, herwesa biryar hat dan ku li mektebên wan ên siyasî biryara dawiyê bê dan.”
Eşwaq Caf amaje jî da ku, di civîna bê ya wan her du partiyan de biryara dawiyê dê bê dan ka gelo bi yek berbijarî biçin Bexdayê an her du partiyan dê berbijarên xwe hebin. Herwesa got: “Pêşniyarên YNKê piçek giran in, lê ez hêvîdar im ku li hev bikin.”
Endama navbirî bal kişand ser helwesta partiya xwe li ser berbijarê hevpar û got ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li wê bawerê ye ku çûna Bexdayê bi yek berbijarî di berjewendiya Kurdistanê de ye. Eşkere jî kir ku, PDKê tekez kiriye ku divê Kurd bi xwe biryarê li ser her biryareka neteweyî bidin.
Wê di derheqa wan nûçeyan de jî yên ku behsa berbijarkirina Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê dikin got: “Ez difikirim ku ev taktîkeka siyasî ye, ji ber ku aliyekê Şîe heye ku di nav wan partiyan de nîne yên ku li ser avakirina hikûmetê diaxivin, ku pêştir helwesteka taybetî li ser Nûrî Malikî hebû. Herwesa hin aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de jî bi wê mijarê re nînin, lê raya xwe negihandiye.”
Eşwaq Caf herwesa got: “Ew pirsgirêkên ku niha nayên behskirin, li nav Parlementoya Iraqê, dema ku navê Nûrî Malikî wek berbijarê Serokwezîrê Iraqê diyar dibin û ji nû ve derdikevin holê, ji ber vê yekê ez difikirim ku ev taktîkeka siyasî ye ji aliyê Mihemed Şiya Sûdanî ve.”