Rîbal Esed: Kiryarên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê karesat in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêxistina Azadî û Demokrasiyê Rîbal Refet Esed ragihand, hêzên çekdar ên ku niha li Sûriyeyê çalak in, ji rasta mirovahiyê derketine û bi van reftarên hovane jiyan bi wan re ne gengaz e.
Rîbal Refet Esed ku pismamê Beşar Esed e beşdarî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê bû û li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê, bi taybetî êrîşên li ser taxên Kurdî yên Helebê û herêmên din, axivî.
Rîbal Esed di axaftina xwe de bal kişand ser tawanên ku ji aliyê hêzên erebî yên Sûriyeyê ve hatine kirin û got: "Heta beriya çend mehan we dît ku van hêzan çawa Elewî serjê kirin, jin û zarok kuştin. Tu kes nikare bi van re bijî, ji ber ku ev ne ji rasta mirovahiyê ne. Merivekî ku zarokan li ser nasnameyê bikuje û mirovan serjê bike, hûn ê çawa baweriyê pê bînin û pê re bijîn? Ev tiştekî nepêkan e."
Derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de jî Rîbal Esed diyar kir, dîmenên ji wir tên karesat in, lê belê ji ber bîrdoziya van komên çekdar, ev yek dihat pêşbînîkirin.
Herwiha wî bal kişand ser vîdyoyên ku tê de jin ji avahiyan têne avêtin û got, ev hêz reftarên hovane yên ku di girtîgehan de hîn bûne, li ser gelê sivîl pêk tînin.
Serokê Rêxistina Azadî û Demokrasiyê rexne li Hikûmeta Demkî ya li Şamê girtin û destnîşan kir ku ew dixwazin bi êrîşên li ser Helebê, têkçûnên xwe yên li başûrê Sûriyeyê veşêrin.
Herwiha got: "Ti biryarek li hundirê Sûriyeyê nayê girtin. Desthilata niha qet baweriyê bi mafên pêkhateyan nayîne. Heta bîrdoziya van koman neguhere û rêz li mafên mirovan û pêkhateyan neyê girtin, aramiya rastîn li Sûriyeyê pêknayê. "