Murşid Xeznewî: Peyama Serok Barzanî ya ji bo rêzgirtina li mêvanên Sûrî, rengvedana çanda Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiya olî ya naskirî Dr. Murşid Xeznewî ragihand, peyama Serok Mesûd Barzanî ya derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de, nûneratiya pîvanên bilind ên ola Îslamê û çanda resen a Kurdistanê dike. Xeznewî herwiha pesnê berxwedana şervanên Kurd da û tekez kir ku parastina axê ji bo jin û mêran erk e.

Dr. Murşid Xeznewî, îro Sêşemê (13.01.2026) beşdarî bernameyeke kenala Kurdistan24ê bû û diyar kir ku peyama Serok Barzanî ya ji bo parastin û rêzgirtina li mêvanên Sûrî, nîşaneya exlaqê îslamî û kurdewarî ye. 

Herwiha got: "Kurd her tim gelekî mêvanperwer bûne. Kêşeya me bi cîranên me yên Ereb re nîn e; kêşeya me bi wan komên tundrew re ye ku dixwazin bi zorê Kurdên Helebê ji cih û warên wan koçber bikin. Peyama Serok Barzanî li dijî van kiryarên terorîstî helwesteke herî rast e."

Dr. Murşid Xeznewî di axaftina xwe de got: "Şervanên Kurd di parastina ax û rûmeta xwe de mînakên mêrxasî û wêrekiyê ne. Em bi hemû şervanên xwe serbilind in; çi jin bin çi mêr, yên ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniyê li axa xwe dikin, qehremanên vî gelî ne."

Xeznewî bersiva wan aliyên ku li dijî beşdarbûna jinan a di berevaniyê de ne da û bi mînakên ji dîroka Îslamê nîşan da ku ev nêrîn çewt e û got:

"Yên ku dibêjin cihê jinê tenê mal e, ola Îslamê fêm nekirine. Di dîrokê de Dayika me Eyşe ku xanima Pêxember (s. x) bû, beşdarî şerên Uhud û Bedrê bûye û ji Mekeyê heta Iraqê serkêşiya artêşê kiriye."

Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Murşid Xeznewî tekez kir ku dema êrîş bibe ser neteweyekê, divê jin û mêr bi hev re berevaniyê li nasname û axa xwe bikin. Herwiha got: "Her kesê ku di rêya parastina axa xwe de canê xwe ji dest bide, bêguman pileya wî ya şehadetê heye."