HSD: Şam Bendava Tişrînê bombebaran dike

Benda Tişrînê
Benda Tişrînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, hêzên artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi dron û topan ji bo cara duyê Bendava Tişrînê bombebaran dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Sêşem, 13.01.2026) di ragihandineka fermî de got: Hêzên artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji bo cara duyê bi balafirên bombekirî û topan Bendava Tişrînê bombebaran kir, herwesa bi mûşekan êrîş kir ser gundê Um el-Mireyê yê başûrê Dêr Hafirê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje jî da ku, bi berdewamkirina van êrîşan, alozî û girjî dê derbaz bibin qonaxeka tundtir li deverê.

HSDê herwesa ragihand: Hêzên artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran li gundên Resm Krom û Îmamê li bakurê rojhilatê Dêr Hafirê malên welatiyan bombebaran kirine, du caran jî bi balafirên bombekirî êrîşî deverê kiriye.

Piştî êrîşên li ser her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ku tenê ji hêla Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve dihatin birêvebirin, hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê dest bi tevgerên leşkerî û êrîşan li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê kiriye, wekî Dêr Hafir û Bendava Tişrînê û derdorên wê deverê.

HSD jî li gorî ragihandinên xwe yên fermî ragihandiye ku, ew dê bersiva çavkaniyên wan gef û tevgerên leşkerî bidin û rêkarên pêdivî bi cih bînin da ku deverên Rojavayê Kurdistanê û welatiyên Kurd li wan deveran biparêzin.