Ji ber şerê Helebê bi sedan kes winda ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistinên mafên mirovan li Sûriye û Efrînê di ragihandineka hevpar de amaje da ku, heta niha bi sedan kes ji xelkê Eşrefiye û Şêx Meqsûdê winda ne û nayê zanîn ka sax in an na.
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Îbrahîm Şêxo îro (Sêşem, 13.01.2026) ragihand: Rewşa wan her du taxan heta niha jî aloz e û aram nebûye, binpêkirinên li dijî sivîlan berdewam in, revandina girseyî ya sivîlan heye û divê bi lez kar li ser vedîtin û vegerandina wî xelkî bê kirin.
Îbrahîm Şêxo herwesa got: Hêzên Erebî yên Sûriyeyê bi rengekê rasterast sivîl kirine armanc û çarenivîsa bi sedan kesan ne diyar e.
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje jî da: Li gorî wê lîstê ya ku hatiye eşkerekirin, zêdetir ji 300 kesan hatine tomarkirin, lê hejmara rast û durist ji hezar kesan zêdetir e.
Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li roja Sêşemê (06.01.2026) bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî aloziyên 8ê vê mehê, ji roja 10ê vê mehê ve bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan di navbera hêzên Asayîşa HSDê û artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, ew her du tax keftin bin destê hêzên Sûriyeyê.