CENTCOM: Em ji HSD û Şamê dixwazin vegerin ser maseya danûstandinan

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro (Sêşem, 13.01.2026) li ser rewşa Helebê ragihandinek parve kir û tê de amaje da: Em ji nêz ve çavdêriya pêşketinên Helebê û deverên derdora wê dikin.

Brad Cooper amaje jî da: Em bang li hemî aliyan dikin ku xwe ji her kiryareka tundûtûjiyê, ku bibe sedema zêdetir alozbûna rewşê, dûr bikin û parastina welatiyan û jêrxaneyên girîng bikin serpişka karên xwe.

Her di wê ragihandinê de hatiye gotin: Em berdewam bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi niyeteka baş vegerin ser maseya danûstandinan û bi wê rêyê bigihîjin çareseriyeka dîplomatîk.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê tekez jî kir ku, hebûna Sûriyeyekê ku aştî lê hebe ji bo xwe û cîranên xwe dibe sedem ku Rojhilata Navîn bi awayekê aramtir û geştir hebe.

Brad Cooper tekez jî kir ku, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û Sûriyeyê berjewendiyeka hevpar di parastina aştî û tenahiya seranserê deverê de heye.