HSD: Li Dêr Hafirê firna nan û postexane bûn armanca êrîşan

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li bajarê Dêr Hafirê saziyên xizmetguzariyê û binesaziya bajêr bi awayekî sîstematîk tên bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya HSDê, hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û komên çekdar ên li wê eniyê, îro 14ê Çileyê bi drona xwekuj êrîşî firna nan a bajarê Dêr Hafirê kirine. HSDê ev kiryar wekî "sûcekî nû" pênase kir û diyar kir ku ev êrîş rasterast ewlehiya sivîlan û debara wan a rojane dike armanc.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev cara duyemîn e ji serê sibê ve ku saziyên xizmetguzariyê yên bajarê Dêr Hafirê tên topbarankirin, ku avahiya postexaneyê ya bajêr jî îro bi top û dronan hatiye armancgirtin.

HSDê bal kişand ser metirsiya van êrîşan û got: "Ev êrîşên li ser binesaziyê, binpêkirineke eşkere ya hemû zagon û pîvanên navdewletî ne. Armanc ew e ku sivîl ji xizmetên bingehîn werin bêparkirin û tirs di nav civakê de were belavkirin."

Piştî êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Artêşa Sûriyê û komên piştgirên wan eniyên şer ber bi herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê ve fireh dikin. Niha li herêmên wekî Dêr Hafir, Meskene gundewarê Tebqayê û derdora Bendava Tişrînê tevgerên leşkerî yên giran tê dîtin.