BCF plana vegerê û alîkariyên bilez bo awareyên Efrînê bi cih tîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) di nûtirîn raporta xwe de li ser rewşa awareyên Helebê li Efrînê ragihand ku heta nîvê meha Çileya 2026ê, wan alîkariyên cuda cuda pêşkêşî zêdetir ji 14 hezar kesan kirine, herwesa haydarî li ser rewşa zivistanê ya dijwar û kêmiya xizmetên tenduristiyê ji bo awareyan da.

Nivîsîngeha Sûriyeyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê (BCF) îro (Çarşem, 14.01.2026) raporta xwe ya pêncê û plana xwe ya ronaje ji bo bersivdana krîza awarebûna şêniyên Helebê belav kir.

Li gorî wê raportê, ji ber pevçûnên çekdarî di navbera hêzan de li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di 8ê Berçileya 2026ê de, pêleka mezin a awarebûnê dest pê kiriye.

Amarên fermî yên Wezareta Karûbarên Civakî û Birêvebiriya Parêzgeha Helebê nîşan didin ku, 27 hezar û 750 malbat (nêzîkî 138 hezar 750 kesan) aware bûne. Herwesa ew pêl heta 10ê vê mehê berdewam bû û du hezar malbatên din jî aware bûn, ku ji 90% ji wan berê xwe daye Efrînê.

 

Plan û çalakiyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo bersivdana bilez di 14ê vê mehê de ev pêngav avêtine:

-         Dabînkirina selikên xwarinê yên bilez ji bo yek hezar û 500 kesan dema ku ew vedigerin Helebê.

-         Kirina serdanên meydanî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, bi merema danana planên alîkariya rasterast.

-         Belavkirina danên xwarinê yên germ û xwarina hişk li ser yek hezar malbatan.

-         Şandina tîmeka tenduristiyê ya gerok û desteya bijîşkî ji bo kamp û gundan, herwesa dabînkirina piştgiriya derûnî ji bo zarokan.

-         Li gorî datayên dezgeha navbirî, di navbera 9 heta 13ê Çileyê de, hejmara giştî ya kesên feydeyî ji xizmetkariyan werdigirin gihîştiye 14 hezar û 428 kesan, ku ji wergirtina xwarinên germ û hişk, pêdivîtiyên dî yên (wekî betanî û doşek), kinc û çareseriyên bijîşkî.

 

Pêvajoya vegerê û qebxwazî

Wê raportê herwesa amaje daye destpêkirina pêvajoya vegera awareyan, li roja 12ê vê mehê karwanê yekê yê awareyan ku ji 750 malbatan pêk dihat, bi rengekê dilxwazane vegeriyane taxên xwe li Helebê, roja paştir jî zêdetir ji 750 kesan bi rêya 15 pasan hatin veguhastin.

Tevî bizavan, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî nîgeraniya xwe li ser çend pirsên hestiyar nîşan daye, wekî:

Rewşa ewlehiyê: Hebûna tirsê li cem awareyan ji ber nûçeyên girtin û vekolanê di dema vegerê de.

Xizmetkarî: Wêranbûna hin xaniyan û nebûna xizmetkariyên bingehîn li deverên kontrolkirî.

Tendurustî û derûnî: Têkçûna rewşa derûnî ya jin û zarokan ji ber dijwariya bûyeran û dijwarbûna zivistanê.

Cihê manê: Qerebalixiya zêde li Efrînê, ku li gorî amaran zêdetir ji 110 hezar kesan li gund û nahiyeyên Efrînê binecih bûne, pêdivîtiya vê yekê jî bi zêdetir amadekariyan heye.

 

Pêşkêşker

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa pesna rola pêşkêşkerên navneteweyî û navxweyî jî kiriye, wekî Peace Village, KHALSA AID, ZER COMPANY, Tofin Catholic Church û Media International School, ku tevlî dabînkirina alîkariyan ji bo bi hezaran malbatan bûne, lê tekez dike ku mezinahiya vê karesatê pêdivîtî bi zêdetir bizavên rêxistinên mirovî heye ku hejmara wan niha li Efrînê gelek kêm e.