Amerîka bang li aliyên Sûrî kir: Aloziyê kêm bikin û vegerin ser maseya diyalogê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew bi hûrgilî guhertinên dawî yên li ser rewşa Sûriyeyê dişopînin û bang li hemû aliyan kir ku ji bo aramiya welat û parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê, aloziyê kêm bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tom Pigott di daxuyaniyekê de bal kişand ser metirsiya tûndûtûjiyê û diyar kir, pêdivî ye aliyên peywendîdar li şûna ku welat bikişînin nava xelekeke nû ya şer, hemû hewildanên xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke aram û ewle terxan bikin.
Piştgiriya ji bo diyaloga HSD û Şamê
Di çarçoveya hewildanên dîplomatîk de, nivîsgeha çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji peyamnêrê Kurdistan24ê Rehîm Reşîdî re eşkere kir, xebatên wan ên ji bo çareseriyê berdewam dikin.
Hat ragihandin, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, di nava tevgereke dîplomatîk de ye, da ku piştgirî û asankariyê ji bo pêvajoya diyalogê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike.
"Çareserî ne leşkerî, siyasî ye"
Ev helwesta Washingtonê di demekê de tê ku herêm di rewşeke pir hestiyar û krîtîk re derbas dibe. Amerîka careke din tekez kir ku tenê rêya çareserkirina krîza Sûriyeyê rêyên siyasî ne û divê hemû alî ji pevçûnên leşkerî yên ku zirarê didin sivîlan dûr bikevin.