Rêveberiya Xweser: Êrîşên Hikûmeta Demkî zirarê digihînin aştiya navxweyî û parçebûnê kûrtir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser derbarê êrîşên "Hikûmeta Demkî" de hişyarî da ku ev rageşiya bêsedem, aramiya welat dixe xeteriyê û banga vegera li ser maseya diyalogê kir.

Rêveberiya Xweser îro 15ê Çileyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, gelê Sûriyeyê zêdetirî 15 salan e berdêlên giran ên şer, wêrankirin û koçberiyê dide. Hat diyarkirin ku di demeke ku pêdiviya gel bi ewlehî û rûmetê heye de, derxistina şerekî nû yê bêsedem, tenê xizmeta parçebûna welat dike û bingeha aştiya navxweyî têk dibe.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku zimanê gef û çekan ti carî nabe çareserî û got: "Em careke din dubare dikin; rêya çareserkirina pirsgirêkên asêmayî tenê diyalog û nîqaş e. Di vî şerî de serkeftî û binkeftî tune ne; yê ku berdêlê dide welat û gelê Sûriyeyê ye. Divê zimanê kîndarî û provokasyonê were redkirin û ji bo Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û piralî xebat were kirin."

Rêveberiya Xweser herweha bersiva hinek nûçeyên ku di "kanalên îstîxbaratî" de derbarê têkiliyên wan ên bi Îranê re hatine belavkirin, da. Rêveberiyê ragihand, planên wan ên siyasî li ser bingeha îradeya gelan e û helwesta wan li hemberî Îranê zelal e: "Em li dijî rejîma Îranê ne ku rojane jinan û ciwanên Kurd, Ereb, Belûç û Faris bi darve dike. Em piştgiriya têkoşîna demokratîk a gelên Îranê dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser bang li dewletên çalak û civaka navneteweyî kir ku li dijî derketina şerekî nû li Sûriyeyê xwedî helwest bin. Rêveberiyê destnîşan kir, ew amade ne ji bo rawestandina xwîna Sûriyeyiyan li her cure diyalogê vegerin û rê li ber planên "parçe bike û têk bibe" bigirin.

Rêveberiyê bang li Hikûmeta Demkî jî kir ku di biryarên xwe de berpirsiyar be û berjewendiyên bilind ên gelê Sûriyeyê li ser her tiştî re bigire.