HSD: DAIŞ dixwaze sûd ji êrîşên komên çekdar werbigire û êrîşî girtîgehan bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyarî da ku şaneyên DAIŞê dixwazin ji êrîşên komên çekdar ên Şamê sûd werbigirin û girtîgehên ku endamên wan tê de girtî ne, bikin armanc.

HSDê îro 15ê Çileyê di daxuyaniyeke diyar kir, ji ber êrîş û tevgerên leşkerî yên komên girêdayî hikûmeta Şamê, li herêmê rageşiyek çêbûye û şaneyên DAIŞê hewl didin ji vê valahiyê sûd wergirin.

HSDê destnîşan kir, tevahiya hêzên wan di rewşa şiyarbûn û amadebaşiya herî bilind de û got: "Hêzên me hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina girtîgehan girtine da ku rê li ber her cure binpêkirinên ewlehiyê bigirin. Niha girtîgeh bi temamî di bin kontrola me de ne û ewle ne. Lê belê berdewamiya van êrîşên leşkerî yên li ser herêmê, aramiya giştî dixe metirsiyê."

Fermandariya HSDê hişyarî da jî, zêdebûna aloziya leşkerî dikare bibe sedema karesateke mezin û got: "Ev rewş metirsiyeke rastîn li ser ewlehiya girtîgehên ku endamên DAIŞê tê de ne, ava dike. Heke alozî bidome, metirsî heye ku herêm vegere xala sifirê'. Ev yek jî tê wateya ji holê rakirina hemû wan serkeftin û fedakariyan ku bi salan e li dijî terorê hatine dayîn."

HSDê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din tekez kir, parastina destkeftiyên gelê herêmê û rêgirtina li geşbûna nû ya DAIŞê, erkê wan ê bingehîn e û ew ê li dijî her cure gefan di amadebaşiyê de bin.