Rêveberiya Xweser dergehên li Tebqa, Reqa û Dêrezorê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji ber sedemên ewlehiyê, biryara girtina hemû dergehên li herêmên Tebqa, Reqa û Dêrezorê da.
Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Dergehan a ser bi Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ve, îro 15ê Çileyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir, ev biryar piştî pêşhatiyên ewlehiyê yên metirsîdar û biryara Hikûmeta Veguhêz a li Şamê ya ji bo girtina dergehan, hatiye dayîn.
Sedema girtina dergehan
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina dergehan ji aliyê Şamê ve bûye sedema tengezarî û aloziyeke ewlehiyê ya mezin. Ev rewş rasterast metirsiyê li ser jiyana sivîlan, karker û rêwiyên ku van dergehan bi kar tînin, çêdike. Ji ber vê yekê, ji bo parastina ewlehiya giştî Rêveberiya Xweser ev biryar girtine:
1- Girtina Dergehan: Hemû dergehên di sînorê Tebqa, Reqa û Dêrezorê de heta agahdarkirineke din hatine girtin.
2- Dema Biryarê: Biryar ji dîroka weşandina daxuyaniyê (15ê Çileya 2026an) ve dikeve warê cibicîkirinê.
Rewşên awarte
Fermandariya Ewlekariya Dergehan diyar kir ku ev biryar du rewşan li derveyî girtinê dihêle:
1- Rewşên Mirovî: Kesên ku rewşa wan a tenduristî an jî mirovî ya awarte hebe, dê karibin derbas bibin.
2- Rêxistinên Mirovî: Rêxistinên mirovî yên fermî û pejirandî dê ji vê biryarê bêpar bin û xebatên wan dê berdewam bikin.
Ev biryar piştî wê yekê tê, Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê di 13ê Çileyê de herêmên Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wek "herêma leşkerî ya qedexe" ragihandibû û dest bi êrîşên li ser van herêman kiribû.