Iraq û Oman tekezê li ser parastina tenahiya deverê dikin

Fuad Hisên û Bedir Elbûseîdî
Fuad Hisên û Bedir Elbûseîdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên Derve yên Iraqê û Omanê di peywendiyeka telefonî de tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û tenahiya Rojhilata Navîn kir û li hev kir ku, divê dever ji hemî rengên hevrikî û aloziyên nû bê dûrxistin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Wezîrê Derve yê Selteneta Omanê Bedir Elbûseîdî îro (Pêncşem, 15.01.2026) tekez li ser girîngiya parastina tenahiya deverê û dûrxistina wê ji çarçoveya hevrikiyan kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye ku, peywendiyeka telefonî bi hevtayê xwe yê Omanî re kiriye. Di wê peywendiyê de, tevî danûstandinên li ser têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de, herwesa encamên serdana vê dawiyê ya Elbûseîdî ji bo Îranê û pêşketinên rewşa navxweyî ya wî welatî û wan gefên ku rûbirû dibin jî hatin behskirin.

Fuad Hisên amaje jî da ku, di pareka din a wan danûstandinan de, behsa nûtirîn guhertinên rewşa Yemenê hat kirin, herwesa wî Bedir Elbûseîdî li ser tevgera pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî haydar kir.

Navbirî ron jî kir ku, wan tekez li ser girîngiya parastina tenahiya deverê û dûrxistina ji pevçûnan kir, herwesa li ser pêdivîtiya çareserkirina krîza Yemenê bi rêya diyalogê û danûstandinên aştiyane jî li hev kir.