Amerîka tora peywendiyan a leşkerî ya Iraqê berfireh dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Amerîkayê biryara firotina alavên berfirehkirina tora peywendiyan a leşkerî bi nirxê 110 milyon dolaran ji bo Iraqê pejirand.

Malpera Defensepostê îro (Şemî, 17.01.2026) ragihand ku, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bi nirxê 110 milyon dolaran alav û pêdivîtiyên girêdayî berfirehkirin û bihêzkirina tora têkiliyan a satelîta leşkerî difiroşe Iraqê. Ew alav ji westgeha peywendiyan, modem, parçeyên yedek û piştgiriya teknîkî ya demdirêj pêk tên.

Pêştir jî Hikûmeta Amerîkayê alavên teknîkî bi nirxê 46 milyon dolaran di eynî warî de firotibûn Iraqê. Armanca wê peymanê ew e ku şiyana Iraqê ya veguhestina zanyarên leşkerî bi rengekê nepenî yê gelek bilind di navbera dezgehên wê yên leşkerî de xurt bike.

Şîrketa peywendiyan a “Network Innovations”ê, ku bingeha wê li li Marîlandê ye, wekî peymankara sereke hatiye destnîşankirin. Ew pakêt, ji bilî van alav û materyalan, perwerdehî û piştgiriya endezyarî jî vedigire; ew jî ji hêla tîmên Hikûmeta Amerîkayê û peymankaran ve ji bo dema pênc salan li hundirê Iraqê tê bicihanîn.

Pejirandina firotana van alavan di çarçoveya şêweyekê berfirehtir ê hevkariya berevaniyê de di navbera Amerîka û Iraqê de di dema du salên borî de ye, ku peymanên vê dawiyê zêdetir li ser berdewamkirina perwerdehiyê û çavdêriyê disekinin.