Sûriye biryara fermî li ser xwendina bi zimanê Kurdî derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdirehman Turko ragihand ku, li gorî fermana neteweyî ya hejmar 13 a sala 2026ê, zimanê Kurdî bi rengekê fermî tevlî bernameya xwendinê ya dibistanên hikûmetê tê kirin. Amaje jî da ku, ev pêngav werçerxeka dîrokî ye ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û rêzgirtina li cudahiyên pêkhateyan.

Parastina nasnameyê û mafê welatîbûnê

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de tekez kir ku, ev biryar tekezkirina nasnameya şaristanî ya Sûriyeyê ye, ku li ser bingeha pêkvejiyanê hatiye avakirin. Herwesa got: Pejirandina hînkirina zimanê Kurdî pêngaveka pêşkeftî ye ji bo çespandina mafên çandî yên welatiyên Kurd wekî pareka veneqetiyayî ya neteweya Sûriyeyê, ev jî pabendbûna dewletê bi dabînkirina mafê perwerdeyê ji bo hemiyan bêyî cudahî nîşan dide.

Rêkarên bicihanînê

Wezareta Perwerdeyê ragihand ku, wê tavilê dest bi amadekirina rênimayên pêdivî ji bo bicîhanîna wê biryarê kiriye û biryar e ku pêvajoya perwerdeyê li gorî standardên akademîk û bingehên perwerdeya neteweyî be, bi rengekî ku hevsengî di navbera zimanan de bê parastin.

Dibistan wek sîwaneka neteweyî

Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, dibistanên Sûriyeyê dê bibin cihê komkirina hemî pêkhateyan û dê wek pireka hevfêmkirinê ji bo kûrkirina serxwebûna neteweyî kar bikin. Armanc ji vê biryarê çêkirina nifşekê nû ye, ku bi cudahiyên xwe yên çandî serbilind be û di eynî demê de pabendî yekparçeyiya ax û gelê Sûriyeyê be.

Ev di demekê de ye ku, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera duhî (În 16.01.2026) biryarnameyeka komarî derxist û tê de îtîraf bi hin mafên Kurdan kir, herwesa zimanê Kurdî wek zimanekê neteweyî nasand û biryareka yekalîker ji bo vegerandina nasnameyê ji bo wan Kurdan da yên ku ji ber serhejmêriya sala 1962ê jê hatibû bêparkirin.