HSD: Şamê bi tankan êrîşî me kir û hejmareka şervanan kuşt

Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê
Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, berevajî peymana navneteweyî, hêzên Hikûmeta Şamê bi çekên giran û tankan êrîşî xalên wan li rojavayê Reqeyê kiriye û çend şervan hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro (Şemî, 17.01.2026) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, li devera Debsî Efnanê şer çê bûye. HSDê herwesa got: Ev êrîşeka zordarane bû ji ber ku li gorî peymanê agirbest hebû û destûra 48 saetan ji bo vekişîna hêzên me ji Dêr Hafir û Meskeneyê hebû.

Li gorî wê daxuyaniyê, berî ku dema wê vekişînê biqede, Hikûmeta Şamê karwanên leşkerî û tank birine wê deverê û êrîş kiriye ser hêzên wan.

HSD aliyên navneteweyî yên ku çavdêriya wê peymanê kiriye wekî berpirsyarên rijandina wê xwînê dibîne, herwesa banga desttêwerdana bilez ji bo rawestandina êrîşên Şamê dike, berî ku rewş ji kontrolê derkeve.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duhî (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.

Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan îro (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.