ENKS: Divê mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de werin çespandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) biryarnameya Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera ya derbarê mafên Kurdan de wekî gaveke girîng lê kêm nirxandin û daxwaz kirin ku ev maf di destûrê de werin parastin.

Biryara komarî ya Ehmed Şera ya derbarê mafên Kurdan de, di nav raya giştî ya Kurdî de deng veda. Endamên ENKS’ê yên li Hewlêrê diyar dikin ku her çend ev biryar dereng mabe jî, ji bo derbasbûna qonaxeke nû ya çareserkirina pirsê giring e.

Beryarname çi bû?

Mersûma nû ji 8 xalan pêk tê û tê de naskirina beşek ji mafên Kurdan cih digire. Di mersûmê de:

- Zimanê Kurdî wekî "zimane niştimanî" tê naskirin.

- Biryara vegerandina nasnameyê (hevwelatî) ji bo wan Kurdên ku di serjimêriya sala 1962’an de hatibûn bêparkirin, hat dayîn.

- Roja 21ê Adarê, Cejna Newrozê, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê wekî "bêhnvedana fermî" ya bi mûçe û wekî cejneke niştimanî ya sembola bihar û biratiyê hat ragihandin.

"Guhartineke bi zexta navneteweyî"

Endamê nûneratiya ENKS’ê ya li Hewlêrê Newaf Reşîd ji Kurdistan24’ê re ragihand, parastina mafên pêkhateyan yek ji mercên Amerîka û Fransayê bû ji bo piştgirîkirina Ehmed Şera. Reşîd got: "Her çend kêmûkurtiyên mersûmê hebin û hinek xalên wê ne zelal bin jî, em vê wekî gaveke baş dibînin."

Reşîd destnîşan kir ku "Peymana 10’ê Adarê" ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed ŞerA de, hewldanên Serok Mesûd Barzanî û zextên welatên Rojava, roleke sereke di derketina vê mersûmê de lîstine.

ENKS daxwaz dike ku desthilatdarên Şamê ji bo ku Sûriye ber bi perçebûnê ve neçe, divê van xalan di destûra nû de bi cih bikin. Newaf Reşîd bal kişand ser mijara ziman û got: "Divê were zelalkirin ku zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî zimanekî fermî ye, ne tenê zimanekî niştimanî."

Herwiha Reşîd tekez kir, hevdîtina Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li Hewlêrê, dikare bibe garantiya bicihbirina van biryaran.

"Piştî 100 salî gava yekem"

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ENKS’ê Îbrahîm Biro jî da zanîn, ev cara yekem e di dîroka 100 salî ya dewleta Sûriyeyê de mersûmeke bi vî rengî di asta Serokkomariyê de ji bo Kurdan derdikeve.

Biro got: "Divê aliyên Kurdî bi hişmend nêzî geşedanan bibin. Civaka navneteweyî piştgiriya desthilata nû ya Şamê dike û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên navxweyî dike. Lewma pêdivî bi nêrîneke siyasî ya hevbeş a Kurdan heye da ku li ser mafên destûrî danûstandinan bikin."

Biro rexne li Şam û HSD’ê jî girt ku di qonaxa piştî Esed de mîna "dosyeyeke leşkerî" nêzî mafên Kurdan bûne. Herwiha bang kir ku Kurd tenê xwe nespêrin hêza leşkerî, lê belê diyaloga siyasî wekî çekekî bi hêz ji bo bidestxistina mafan bikar bînin.