Nêçîrvan Barzanî û Macron rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 17ê Çileyê peywendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de her du aliyan rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxandin, bi taybetî bal kişandin ser geşedanên dawî yên li Sûriyeyê.

Emmanuel Macron û Nêçîrvan Barzanî nîgeraniyên xwe yên kûr li ser şer û aloziyên li Sûriyeyê anîn ziman û bang li hemû aliyan kirin ku rewşê aram bikin. Her du aliyan piştgiriya xwe ji bo destpêkirina demildest a diyalogan nîşan dan, da ku "Peymana 10'ê Adarê" ya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de were bicihbirin. Herwiha tekezî li ser parastina jiyana sivîlan hat kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di vê peywendiyê de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da, ji ber hewildanên wî yên ji bo navbeynkariyê û aramkirina rewşa Sûriyeyê û rêgirtin li aloziyên mezintir.

"Divê mafên Kurdan di destûrê de werin parastin"

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ji bo aramiya mayînde, divê mafên gelê Kurd di destûra dahatû ya Sûriyeyê de werin çespandin û mîsogerkirin. Herwiha spasiya piştevaniya Macron û Fransayê kir ku ji bo kêmkirina rageşiyê û parastina aramiya herêmê, her dem roleke çalak dileyizin.