Serok Barzanî mêvandariya Tom Barrack, Mezlûm Ebdî û Mihemed Îsmaîl dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke giring a di navbera Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack, Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl de kir.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Çileya 2026an, pêşwazî li şandeyeke payebilind a Amerîkî û fermandar û berpirsên Kurd ên Rojavayê kir. Di vê civîna stratejîk de ev kes amade bûn:
- Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê.
- Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
- Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS).
- Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê.
- General Kevin Lambert, Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê.
- Kolonel Zakaria Cork.
Serok Mesûd Barzanî di destpêka hevdîtinê de bi germî bixêrhatina aliyan kir û spasiya wan kir ku di vê serdem û rewşa taybet de ji bo pêkanîna aştiyê û rêgirtina li tundûtûjiyê li hev civîne. Serok Barzanî di axaftina xwe de tekezî li ser giringiya diyalogê kir û bal kişand ser bingeha "jiyana hevbeş û aramiyê" di nava Sûriyeyeke nû de.
Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack li ser navê welatê xwe spasiya Serok Barzanî kir ji bo mêvandariya vê civîna giring û her wiha ji bo piştgiriya cenabê wî ya berdewam a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyeyê.
Di civînê de beşdaran bi hûrgilî li ser geşedanên dawî yên li Sûriyeyê axivîn û nêrînên xwe parve kirin. Li gorî agahiyan, aliyan ji bo mîsogerkirina aramiyê li herêmê, li ser çend gavên kirdarî (pratîk) li hev kirin, da ku rê li ber aloziyên leşkerî yên nû were girtin.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku Amerîka û Herêma Kurdistanê hewl didin aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û hikûmeta nû ya li Şamê bînin ser maseya diyalogê.