SOHR bo K24ê: Gundên rojhilata Dêrazorê ketin bin destê Artêşa Erebî ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro (Yekşem, 18.01.202) di daxuyanieya taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, guhertinên bilez di nexşeya leşkerî ya rojhilatê Sûriyeyê de peyda bûne û gundên rojhilatê Dêrazorê bi tevahî ketine bin kontrola Artêşa Erebî ya Sûriyeyê.

Rewangeha Sûriyeyî ji aliyekê din ve jî amaje da, rewşa bajarkê Tebqayê ne aram e û nêzîkî 75% ya rûberê wî bajarkî ketiye bin kontrola artêşa Sûriyeyê. Ev pêşketin di demekê de ne ku, behsa "xiyanetê" di nav rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de tê kirin, bi rengekî ku hejmareka endamên Ereb di nav wan hêzan de ji qada şer derketine.

Di derheqa rewşa ewlehî û mirovî de, gefeka mezin li ser zindanên Reqayê çê bûye, ku zêdetir ji du hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne. Herwesa ji ber pevçûnan û guherîna rewşê, pêleka awarebûna şêniyên Reqayê ber bi deverên aram ve hatiye destpêkirin.

Di derheqa helwesta navneteweyî de jî, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê heta niha tu bersiveka fermî an bertekeka fermî li hember daxwazên HSDê û bûyerên îro yên Sûriyeyê nîşan nedaye.

Ev jî di demekê de ye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê di çend rojên borî de bi piştgiriya komên çekdar ên Ebû Hemşe û Hemzatê bi zêdetir ji 40 hezar çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên Kurdan ên Helebê kir û piştî pênc rojan ji şer û pevçûnan ew her du tax kontrol kirin.

Piştî kontrolkirina wan her du taxan, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê berê çekdarên xwe da Dêr Hafirê û Meskeneyê. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêr (În, 16.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsîbû: Me biryareka yekalîker li ser rewşa meydanî ya rojhilatê Helebê da û em dê hêzên xwe ber bi Rojhilatê Firatê ve vekişînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa gotibû: Li ser daxwaza welatên dost û navbeynkar, herwesa ji bo nîşandana niyeta baş a li hember bicîhanîna bendên peymana 10ê Adarê, me biryar da ku em hêzên xwe vekişînin.

Di vê navberê de, pêvajoya vekişînê ya hêzên wan duhî (Şemî, 17.01.2026) saet 7:00 ê serê sibehê hat destpêkirin.