Mezlûm Ebdî li Şamê ye; “bizavên rawestandina şer berdewam in”
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo civîna bi Serokê Sûriyeyê yê Demkî û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê re li Şamê ye û dibêje: "Bizavên me ji bo rawestandina şer berdewam in."
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Yekşem, 18.01.202) gihîşt Şamê.
Li gorî eynî çavkaniyê, Fermandarê Giştî yê HSDê dê bi Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê û Serokê Sûriyeyê yê Demkî re bicive.
Mezlûm Ebdî li ser armanca serdana xwe ji Ajansa ANHAyê ya Nûçeyan re ragihand: Tevî hemî bizavên me yên ji bo rawestandina pêşketinan û xebata ji bo aramkirina rewşê, êrîş hîn jî berdewam in.
Navbirî eşkere jî kir: Em ji gelê xwe re dibêjin ku, bizavên me ji bo aramkirin û rawestandina şer bi alîkariya aliyên navneteweyî berdewam in, ji ber vê yekê em ji gelê xwe dixwazin ku li derdora şervanên me bicivin û moral û baweriyeka xurt hebe.
Ev di demekê de ye ku, tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çend rojên borî de li ser daxwaza Amerîkayê û welatên dinê ên deverê ji Dêr Hafir û Meskeneyê vekişiyan, lê êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, artêşa wî welatî hejmareka zeviyên petrolê û pêgehên leşkerî li parêzgeha Dêrazorê kontrol kirine. HSDê ji aliyekê din ve ragihand ku, sê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ya Sûriyeyê şkandine û rê li pêşveçûna wan girtiye.